1. Kengî tewang tê bikaranîn?
1.1. 1) Di dema niha, dema bê û raweya fermaniyê de herdem bireser tewandî ye:
1.1.1. Mînak: Ez dîlanê digerînim. Ez hinarê dixwim (dema niha). Ez ê dîlanê bigerînim. Ez ê hinarê bixwim (dema bê) Dîlanê bigerîne!
1.2. 2) Piştî daçekan her dem navdêr têne tewandin:
1.2.1. Mînak: Ez li malê me. Ez li malê bûm. Ez li cem Ciwanî me (ez li cem Ciwên im).
1.3. 3) Piştî cinavên şanîdanê yên tewandî, navdêr tên tewandin:
1.3.1. Mînak: Vê keçê got. Vî zilamî got. Van zarokan got. Vê sêvê bixwe! Vî kurî bişo! Wan pirtûkan bixwîne!...
1.4. 4) Gava navdêr biresera navekî din be.
1.4.1. Mînak: Bavê Ciwanî Birayê Nesrînê Bavê Şîlanê Birayê Ferhadî Bavê zarokan Birayê Şêran
1.5. 5) Di demên borî de, kirde/kirar tê tewandin:
1.5.1. Nimûne: Min sêv xwar Wî sêv xwar Azadî nan xwar. Leylanê nan xwar. Şivanî/Şivên sêv xwar
2. Kengî navdêr tê tewandin:
2.1. 1- Eger navdêr Kirarê lêkera têper(gerguhêz) be di dema borî de tê tewandin.
2.1.1. Nimûne: Azadî/Azêd helbestek xwend.
2.2. 2- Eger navdêr biresera (durust û ne durust) be di hemû demên lêkerê yên din de.
2.2.1. Nimûne: Ronahî lîstokê dixwaze?
2.3. 3- Dema ku navdêr biresera navdêreke din be.
2.3.1. Nimûne: Axa welêt.
3. Têbînî: Li hin deverên Kurdistanê hin peyvên nêr di nava xwe de têne tewandin, dema ku tîpa (a) û (e)yê di hundirê wan de hebin. Mînak: nan → nên → ez nên dixwim. Welat → welêt. Ez li welêt im. Serbest → serbêst → Ez serbêst dibînim. Şivan--> Şivên...
4. Veqetandek
4.1. 1- Veqetandekên navdêra binavkirî.
4.1.1. - ên: ji bo gelejmariya her du zayendan.
4.1.1.1. Nimûne: Karmendên zîrek. Hevalên te. Ewên biyanî.
4.1.2. - ê: Ji bo yekejmara nêrza.
4.1.2.1. Nimûne: Karmendê zîrek. Hevalê te. Ewê biyanî.
4.1.3. - a: Ji bo yekejmara mêza.
4.1.3.1. Nimûne: Karmenda zîrek. Hevala te. Ewa biyanî.
4.2. 2- Veqetandeka navdêra nebinavkirî.
4.2.1. - î: Ji bo yekejmara zayenda nêrza
4.2.1.1. Nimûne: Kurekî malê. Barekî giran.
4.2.2. - e: Ji bo yekejmara mêza û gelejmara her du zayendan.
4.2.2.1. Nimûne: Dareke sêvê. Stranbêjeke dengxweş.
4.3. * Eger tîpa dawiya navdêrê dengdêr be, tîpa "y" ya girêkok dikeve navbera wê û veqetandekê: Rû: Rûyê sipî..
5. 1- Tewandina navdêra binavkirî:
5.1. ê: Ji bo yekejmara mêza.
5.1.1. Nimûne: - Hêvê derdor ronî kir. - Hoste alavê durust dike.
5.2. î: ji bo yekejmara nêrza.
5.2.1. Nimûne: - Ferhadî ji Şêrînê hez kir.
5.3. an: ji bo gelejmara her du zeyandan.
5.3.1. Nimûne:- Hevalino! dostan pir bikin.
6. 2- Tewandina navdêra nebîna (nenavkirî):
6.1. ê: Ji bo zayenda yekejmara mêza. Ango (ê) lê zêde dibe.
6.1.1. Nimûne: Gulek: Gulekê bîn dikim.
6.2. Î: Ji bo yekejmara nêrza. Ango (î) lê zêde dibe
6.2.1. Nimûne: Ez marekî dibînim. Ez dilekî şa dikim.
6.3. a: Ji bo gelejmariya her du zayendan.
6.3.1. Nimûne: Zarokin:Rûmet bi zarokina re dilîze.
7. Bêje
7.1. 1. Bêjeya sade: Ji bêjeke sade pêk tê
7.1.1. Ji bêjeke sade pêk tê
7.1.1.1. Wek: Nan, rût, penêr, ket, sar, birûsk, ... Kîtên bêjeya sade bi tena xwe bê wate ne.
7.2. 2. Bêjeya pêkhatî: Ji bêjeyeke sade û pêrkît (pêşkît) yan parkîtekê(paşkît) pêk tê. Bi tevahî pêrkît û parkît bi serê xwe bê wate ne.
7.2.1. pêrkîtan:
7.2.1.1. Nimûne: Vêketin, venûştin, hilketin, bêbext, rabûn,... Gelek pêrkît di zimanê kurdî de hene, ev in çend ji wan: ( vê, ve, hil, bê, ra, rê, , bi, ...)
7.2.2. parkîtan:
7.2.2.1. Wek: Şervan, çekdar, çaydan, keske, lezok, kinik, bendewar. Gelek parkît di zimanê kurdî de hene jê: (Van, dar, e, war, dan, ik, ok, ker, kar, ek, mend, yar, ber).
7.3. 3. Bêjeyên hevedidanî:
7.3.1. Ew ji pevgirêdana du bêjeyên sade pêk tê. Nimûne: Sersal (Ser-sal), sorgul (sor-gul), rojbûn (roj-bûn), nalenal, rasterast, ardû, Kêrguh...
7.4. 4. Bêjeya bargiranî: Ji pevgirêdana bêtirî du bêjeyan pêk tê.
7.4.1. Nimûne: Lihevxistin: Li(daçek) + hev(cinav) + xistin(lêker). Bidarvekirin: Bi(daçek)+ dar(nav)+ve(paşdaçek)+ kirin (lêker).